Li Dêrsîmê cara yekemîn dersa Kirmanckî hat dayîn

Dêrsîm (Rûdaw) - Li Taxa Gazîkê ya Dêrsîmê ji bo xwendekarên ku dibistan boykot kirine, dersa Kirmanckî(Zazakî/Kirdkî/Dimilkî) hat dayîn.

Îro, destê sibê, li Taxa Gazîkê ya bajarê Dêrsîmê ji bo xwendekarên ku dibistan ji ber nebûne perwerdeya Kurdî hefteyekî boykot kirine; dersa Kurdî ji aliyê mamostayên KURDÎ-DERê ve hat dayîn.

Xwendekarên ku li beramberî Dibistana Navîn a Hurriyetê li hev civiyan, cara yekem bi zimanê dayîkê hatin perwerdekirin.

Beriya ku dest bi dersê bê kirin endamê KURDÎ-DERê Erkan Çongar têkildarî girîngiya zimanê dayîkê axivî û got: "Di dibistanên dewletê de têkildarî zimanê me, baweriya me, çanda me ti tiştek tune. Em dixwazin zarokên Kirmanc(Kird/Dimil/Zaza) bi zimanê zikmakî perwerde bibin bi zimanê xwe bixwînin û binivisînin."

Çongar, bal kişand ser rewşa zaravên Kurdî ya li bajaran û di vî warî de wiha pê de çû:

"Pêştir em ne li bajaran bûn, em li çiya û gundan bûn û her tişt bi zimanê bû. Dema ku gundên me hatin valakirin û em li bajaran bi cih bûn; ji aliyê pergalê ve em hatin pişaftin û helandin, lewra zarokên me zimanê xwe ji bîr kirin. Zimanê me ket nav wê rewşa karesat ku êdî kal û pîrên me jî bi zimanê me naxivin. Pêwîst e êdî em li kîderê dibin bibin; li gund, bajar, mal û bazarê bi zimanê xwe biaxivin."

Piştî daxuyaniya Çongar, endama KURDÎ-DERê û derçûya Zanîngeha Artûklûyê mamosta Tulîn Atmaca demjimêrekî dersa Kurdî bi zaravê Kirmanckî da.

Atmaca, di dersê de li ser Elfûbêya Kurdî ya Latînî ya ji aliyê Celadet Bedirxan ve hatiye danîn, rawestiya.

Piştî ku ders qediya xwendekar çûn malên xwe.