Li Rihayê 2 kes di bendavê de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 2 kes di gola bendavê de xeniqîn.

Li nêzîk gundê Çataxê yê navçeya Hewagê, welatiyên bi navê Îbrahim Çiftçi yê 31 salî û Vedat Akbaşê 17 salî ji bo xwe hênik bikin ketin Gola Bendava Ataturkê.

Îbrahim Çiftçi û Vedat Akbaş piştî demekê dei nav avê de winda bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên rizgarkirinê yên binavê, tîmên AFADê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata tîmên rizgarkirinê yên binavê de piştî demjimêrekê termê Çiftçi û Akbaş ji nav avê hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê termê her duyan birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Hewagê.