Mesrûr Barzanî: PDK hêviya gelê Kurdistanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya ji bo salvegera PDKyê de got, “PDK hêviya gelê Kurdistanê ye.”

Îro salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 16ê Tebaxa 1946an hat damezirandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo 78emîn salvegera damezirandina PDKyê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe got:

“Bi minasebeta 78emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê û roja ji dayikbûna Serok û Rêberê nîştimanî cenabê Serok Barzanî, pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî cenabê Serok û tevahiya endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistanê, kesûkarên serfiraz ên şehîd û enfalkiriyan, Pêşmergeyên qehreman û Kurdistaniyên nîştimanperwer dikim.

“PDK her tim bûye dibistana Kurdayetiyê”

PDK her ji roja yekem a damezrandina xwe ve li ser destê Rêberê tevgera azadîxwaz a Kurd Barzaniyê Nemir, her tim dibistana Kurdayetî, nîştimanperwerî û hizba tevahiya çînên curbicur ên Kurdistanê bûye.

PDK xwedan dîrokeke pir ji serwerî, fedakarî û parastina mafên neteweyî û nîştimanî yên gelê Kurdistanê bûye.

Îro jî ji ber serkirdayetiya hûrbîn û jêhatî ya Cenabê Serok Barzanî û dilsozî û fîdakariya endam û alîgirên xwe, partiya me Li Kurdistan, Îraq û herêmê yek ji partiyên herî mezin, bi hêz û bi bandor e.

Roleke girîng û çalak bo parastina pêgeha destûrî û bidestanîna destkeftên nîştimanî yên xelkê Kurdistanê dilîze.

Partî hêviya yekane ya xelkê Kurdistanêye ku rê nade planên lawazkirina pêgeha Herêma Kurdistanê serkeftî bin û berevanîkarekî leheng dibe ji bo ku pêşiya radestkirina ax û mafên xelkê Kurdistanê bigire.

Li bendên e endam û alîgirên PDKyê bi coş û dilsozî beşdarî prosesa hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê bikin  ji bo ku wekî her tim PDK hêza yekem û pêşeng a Kurdistanê be.

Ji ber ku serkeftina PDKyê serkeftin, pêşkeftin û avadaniya Kurdistanê ye.

Di bîranîna 16ê Tebaxê salvegera damezrandina PDKyê de silav li rihê damezrênerê PDKyê Bazanî Mistefa û serkirdeyê her tim di bîr de Îdirîs Barzanî û tevahiya şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.”