Fermandarekî HPGyê li Zapê canê xwe ji dest da

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Leyla Aykut Ender Budancer HPG PKK Zap
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayên ku li Zapê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Alan Milazgîr û Doktor Sara Tolhildan 21ê Hezîranê li Zapê canê xwe ji dest daye.

HPGyê diyar kir ku her du gerîlayan li Zapê “di çalakiya êrişa fedaî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd ketin”

Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her du gerîlayan wiha ne:

Alan Milazgîr: Navê wî yê fermî Ender Budancer e û ew ji bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Sara Tolhildan: Navê wê yê fermî Leyla Aykut e û li Edeneyê ji dayik bûye.

HPGyê da zanîn ku Ender Budancer Endamê Fermandariya Sewq û Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û Konseya Fermandariyê ya HPGyê ye û 1994an tevlî refên gerîlayan bûye.

Herwiha Leyla Aykuta ku bijîşk e 2014an tevlî refên gerîlayan bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst