Serok Mesûd Barzanî: PDK ji bo pêkanîna armancên gelê Kurd hat damezrandin

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera damezirandina PDKyê got, “PDK ji bo pêkanîn armancên gelê Kurd hat damezrandin”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 16ê Tebaxa 1946an hat damezirandin.

Serok Mesûd Barzanî ji bo 78emîn salvegera damezirandina PDKyê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

“PDK çi qasî bi hêz be Kurdistan jî ew qasî bi hêz e”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe wiha got:

“Bi helkefta 78emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê pîrozbahiyê li hemû kadro, endam û alîgirên PDKyê dikim.

Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, hemû çîn û pêkhateyên Kurdistanê dikim û hêviya serbilindî û xweşiyê ji bo wan dixwazim.

Damezrandina PDKyê 16ê Tebaxa 1946an bi rêberayetiya Barzaniyê Nemir zerûretekî dîrokî bû ji bo dirêjepêdana xebat û berxwedana gelê Kurd li wan deman ku hemû hewla neyar û dagîrkaren Kurdistanê ew bû ku şoreş û azadîxwaziya gelê Kurdistanê nehêlin û tine bikin.

PDK her ji destpêka damezrandinê ve heta niha amrazek bûye li destê xelkê Kurdistanê ji bo pêkanîna armancên demokratîk û niştimanî û neteweyî yên gelê Kurdistanê.

Di 78emîn salvegera damezrandina PDKyê de tekez li wê yekê dikim, PDK ji bo rizgariya gelê Kurdistanê û xizmetkirina gelê Kurdistanê ava bûye.

Ji bo wê yekê hatiye damezirandin ku xelkê Kurdistanê serfiraz be û doza rewaya gelê Kurdistanê herdem parastî û bi hêz be.

Ji bo wê yekê divê hemû alîgirên PDKyê li asta meziniya dîrok û qurbanîdana partiya xwe û xwîna şehîdan bin û erkê xwe bi awayekî herî baş bi cih bîne ku xizmetkirin û bihêzkirina Kurdistane yê.

Hemû alî bi dost û neyarên gelê Kurdistanê wê rastiyê dizanin ku çend PDK bi hêz be ew qas jî Kurdistan bi hêz e.”