Nêçîrvan Barzanî: PDK her tim pêşengê parastina mafên destûrî yên gelê Kurd e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PDK Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera damezirandina PDKyê got, “Em nirx û prensîbên neguherbar û armancên bilind ên netewî û niştimanî yên ku PDK ji bo wan hat damezrandin û pêşengiya tevgera rizgariya Kurdistanê kiriye diparêzin.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 16ê Tebaxa 1946an hat damezirandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 78emîn salvegera damezirandina PDKyê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de wiha got:

“Di 78 saliya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, em bejna xwe li ber giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê ditewînin û silavên xwe pêşkêşî malbatên wan dikin.

Em rêberê gelê Kurdistanê û damezrînerê PDKyê Barzanyê nemir, hemû rêhevalên wî û hemû qehreman û şoreşgerên ku di tekoşîna PDK û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de têkoşiyane û fedakarî kirine bi rêzdarî bi bîr tînin.

Bi germî pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî, serkirdayetî, hemû organ, endam, alîgir û girseyên PDK, Pêşmergeyên qehreman û bi giştî gelê Kurd dikim.

Di pêngava berdewam a têkoşînê de ji partiya me û hemû dilsozên Kurdistanê re serkeftinê dixwazim.

Di vê bîranîna pîroz de em nirx û prensîbên neguherbar û armancên bilind ên netewî û niştimanî yên ku PDK ji bo wan hat damezrandin û pêşengiya tevgera rizgariya Kurdistanê kiriye diparêzin.

Cihê şanaziyê ye ku PDK ji roja damezrandina xwe heta niha pêşengiya tevgera Kurdayetiyê ya bidestxistina azadî û serfiraziya Kurdistanê ye û heta serketina tam dê bi baweriyê li ser vê yekê berdewam be.

Em 16ê Tebaxê di demekê de bibîr tînin ku Herêma Kurdistanê, Îraq û herêm rûbirûyê pêşhate û aloziyên mezin dibin.

Çawa ku PDK di têkoşîn, şoreş û destkeftiyên gelê Kurd de xwedî rol, erk û berpirsyariyê ye, niha û her tim pêşengê xurtkirina hevgirtin, yekîtî, bihevrebûn, parastina jiyana hevbeş, hevpejirandin, tolerans û mafên destûrî yên gelê Kurd e.

Ji bo vê armancê wê bi hemû hêz û îmkanên xwe ve însiyatîfê bigire dest û bidomîne.

PDK her tim bi dîroka xwe ya têkoşîn, fedekarî û destkeftiyên xwe serbilind e û bi baweriya gelê Kurdistanê û bi hêviya ji bo paşerojeke geştir dixebite.

Ji ber vê yekê, divê her tim bi geşedanên serdemê re di her warî de xwe nû bike û ezmûna rêveberiyê, xurtkirina sazî û ruhê neteweyî pêş bixe û di têkoşîna azadî û bextewariya hemûyan de israr bike ku dê mafên gelê kurd misoger bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst