Navê Kurdistanê qebûl nakin: Doz hat vekirin!

Amed (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind derbarê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) doza girtinê vekir.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya ku beriya niha bi hefteyekê navê xwe li Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê dabû pejirandin bi doza girtinê re rû bi rû ma.

Hinceta doza girtinê jî ew e ku di navê partiyê de “Kurdistan” heye.

Tevî vê dozê, hejmara partiyên ku navê Kurdistanê bi kar tînin û bi girtinê re rû bi rû mane gihişt 4an.

Rêveberên PWKyê dibêjin dadgehê ji wan xwestiye ku navê partiya xwe biguherin lê wan di bersiva xwe de gotiye bila Tirkiye qanûnên xwe biguherîne.

“Me got hûn qanûnên xwe biguherin”

Birevebirê Navenda Giştî ya PWKyê Henîfî Turan got ku ew navê Kurdistanê ji navê partiya xwe dernaxin û wiha axivî:

“Me di demên borî de parastina xwe hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî dabû. Bi rastî me ew darizandin.

Me got hûn qanûnên xwe biguherin. Me got evder welatek e, navê vî welatî Kurdistan e.

Hûn dibêjin navê Kurdistanê biguherin, em navê Kurdistanê naguherin, hûn yasayên xwe biguherin.”

Ji sala 2017an ve derbarê 4 partiyan doza girtinê hatiye vekirin ku navê Kurdistanê di navê wan de heye.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) ketin ber van dozan.

Lê doz gihiştine qonaxeke wisa ku ne ev partî tên girtin û ne jî doza derbarê wan dikeve.

“Aqilê min nabire ku partiyê bigirin”

Endamê Meclisa PDK-Bakurê Ozan Kardaş li ser vê pêvajoya di herênayê de got:

“Aqilê min nabire piştî 7 salan biryarekê bistînin û partiyê bigirin.

Li HDPyê jî doz hatibû vekirin û wisa ma. Biryar nehat dayîn.

Wan partiyan xwe guhert û partiyeke din vekir lê bawer nakim ku li Tirkiyeyê êdî partî bên girtin.”

Li gorî qanûna partiyên siyasî, doza girtina partiyan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve tê vekirin.

Lê biryara dawî ji aliyê Dadgeha Makezagonê ya Tirkiyeyê ve tê dayîn.