Li Rihayê pevçûn: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi çekan de kesek hat kuştin û 3 kes jî hatin birîndarkirin.

Li Taxa Selçukluyê ya Rihayê di navbera du koman de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Nîqaş piştre veguherî pevçûna bi çekan.

Di vê pevçûnê de Îbrahim Halîl Baynaz hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Birîndar veguhastin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Rihayê.

Polîsan jî ji bo girtina gumanbaran dest bi xebatan kir.