Li Amedê qeza: Kesek mir, 3 birîndar hene

4 demjimêr berê
Nîşan Amed Çêrmûg Qeza Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Çêrmûgê ya Amedê otomobîlek qulibî şarampola li kêleka rê. Kesek mir û 3 kes birîndar bûn.

Otomobîla bi plakaya “16 BLL 30”ê ya ku D.A. (19) diajot, ji kontolê derket û qulibî şarampolê.

Tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê û wan tesbît kir ku D.A. miriye.

Tîmên tenduristiyê birîndarên bi navên M.K. (18), E.K. (16) û Y.K. (17) jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst