PDK-Bakur: PDK her dem li pêşiya karwanê têkoşînê bû

8 demjimêr berê
Nîşan PDK-Bakur PDK Salveger Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PDK-Bakurê got, “PDK her dem li pêşiya karwanê têkoşînê bûye.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 16ê Tebaxa 1946an hat damezirandin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) ji bo salvegera 78an a PDKyê peyameke nivîskî belav kir.

PDK-Bakurê di destpêka peyama xwe de Serok Mesud Barzanî, endamên polîtburoyê û serkirdahiya partiyê pîroz kirin.

“Her dem pêşketî û serketî bin”

PDK-Bakurê hêvî kir ku PDK ji bo bidestveanîna mafên gelê Kurd tim serkeftî be û pê de çû:

“Em hêvî dikin ku hûn her dem pêşketî û serketî bin, ji bo bidestveanîna hemû mafên nişimanî, neteweyî û demokraîk ên gelê Kurd ê li başurê welat û seranserê Kurdistanê.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) beriya 78 salan weke duyemîn partiya siyasî ya Kurd li Mehabada Rojhilata Kurdistanê hatiye damezirandin û yek ji qonaxên herî girîng ên têkoşîna siyasî ya rêxistinî li başurê welat bû, ew jî bi armanca komkirin û rêkxistina hewl û hêzê û herwiha ji bo rêveberiya gel ji bo bidestveanîna maf û daxwaziyên gelê Başurê Kurdistanê.

“Her tim li pêşiya karwanê têkoşînê bûye”

Partiya Demokrat a Kurdistanê piştî Şerê Cîhanî yê Duyem, weke partiyeke pêşverû, hemdemî, wêrek û pêbawerî li cem gelê Kurd û Kurdistanê li Başurê Kurdistanê û li Îraqê di dema borî û niha de di qada xebat û qurbanîdanê de, her tim li pêşiya karwanê têkoşînê bûye.

Qonaxên cuda yên xebata gelê Başurê Kurdistanê şahidiya wê yekê didin ku ew partiya resen û çavkaniya niştimanî ya Kurdî çiqasî nûneratiya êş û azarên gelê Kurd kiriye û çiqasî di karwanê xebat û têkoşînê de pêşverû bûye ji bo bidestveanîna maf û azadiyên gelê Kurd û Kurdistanê.

Bi vê minasebetê em hevbendî û dostaniya xwe ya bihêz di navbera xwe de dubare dikin û tekeziyê dikin li ser bihêzkirina bingehên rast ên xebat û têkoşîna sivîl û demokratîk û bidestxistina hemû armancên aştî, azadî û demokrasiyê.

“Astengiyên çêkirî demkî ne”

Em careke din 78emîn saliya damezirandina partiya bira PDKyê pîroz dikin û piştrast in ku zehmetî û astengiyên çêkirî yên li pêşiya têkoşîna we ya rewa ya serbixweyiyê demkî ne.

Em dilniya ne dê ew roja pîroz jî nêzîk e û karwanê xebata we ya demokratîk berdewam û berhemdar dibe.

Her serkeftî û serfiraz bin...”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst