Otobus û otomobîl li hev qelibîn: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erbaayê ya parêzgeha Tokatê otobusa rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn û 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Otobuseke girêdayî kompanyaya Erzincan Başakê û otomobîlek li ser rêya navçeya Erbaayê li hev qelibîn.

Di encam de agir bi otomobîlê ket û piştre jî teqiya.

Herwiha şofêr û 4 kesên di nav otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her 5 kesên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Erbaayê.

Lê ligel hemû midexaleyan 2 kesan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.