Dîlok - Agir bi kargeha xalîçeyan ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê demjimêrên nêzîkî sibehê agir bi kargeheke xalîçeyan ket û heta niha nehatiye vemirandin.

Li 2yemîn Herêma Pîşesaziyê ya Dîlokê, îro Îniyê demjimêrên nêzîkî sibehê ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi kargeheke xalîçeyan ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê çûn cihê bûyerê û yekser dest bi xebatên agir vemirandinê kirin.

Agir mezin bûye û heta niha nehatiye vemirandin.