RIHA- 4 ton pîvazên kurmî hatin jinavbirin

16-08-2023
Nîşan Riha Pîvaz Kurmî Îmhakirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalan a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 4 ton pîvazên kurmî hatin jinavbirin.

 Pîvazên ku zabitayan dest danî ser wan ji aliyê şaredariyê ve hatin îmhakirin.

Zabitayên Şaredariya Kaniya Xezalan, di çarçoveya xebatên xwe yên parastina tenduristiya civakê de li nav erdekî 4 ton pîvazên kurmî yên ku hatibûn raxistin tesbît kirin.

Di encama lêkolînan de hat zanîn ku dê pîvaz bêne hişkkirin û li bazarê werin firotin.

Zabitayan dest danî ser pîvazan û hemû îmha kirin.

 Li aliyê din, derbarê xwediyê pîvazan de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst