Li Deriyê Xabûrê 245 kîlo madeyên hişbir hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl-Xabûrê, doh 245 kîlo madeyên hişbir ên avî hatin girtin.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Deriyê Sînorî yê Xabûrê li ser gumanê, ekîb li barhilgirekê ku ji Herêma Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê dibû geriyane.

Di lêgerîna di tanka sotemeniyê ya barhilgirê de 245 kîlo madeyên hişbir ên corê metamfetamîn hatin girtin.

Li aliyê din, Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyeyê Omer Bolat li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye:

“Rêxistina me ya Parastina Gumrikê, di operasyona li Deriyê Sînorî yê Xabûrê de 245 kîlo metamfetamîn girtine.

Em dê weke Wezareta Bazirganiyê têkoşîna ya li dijî qeçaxçitiyê û bazirganiya neyasayî berdewam bikin.”