Li Çewlîgê daristan 3 rojan şewitî: Agir îro hat vemirandin

16-08-2023
Nîşan Çewlîg Daristan Dara Hênê Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dara Hênê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê agirê ku bi daristanê ketibû di roja sêyem de hat vemirandin.

Roja dûşemê li gundê Serviye yê navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ketibû.

Agir, ji ber bayê gûr di demek kurt de li beşeke zêde ya daristana gund belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên vemirandina agir çûn cihê bûyerê û wan dest bi kar û xebatan kir.

Agirê ku 3 rojan berdewam kir îro bi alîkariya xelkê navçeyê û tîman hat vemirandin.

2 helîkopter, 4 wesayîtên agirvemirandinê, 2 otomobîlên parastina sivîlan û 3 makîneyên kar hewl didan ku ji bejahî û hewayê ve agir kontrol bikin.

Karkerekî daristanê, dema mudaxeleyî agir dikir ji ber dûkêlê bi jehrê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûn cihê bûyerê û tîman ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênê.

Li gorî agahiyan, li wan deverên ku agir pê ketiye gelek ajelên kovî mirar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst