Mesrûr Barzanî: PDK pêşengiya gelê Kurdistanê dike

16-08-2023
Nîşan Mesrûr Barzanî PDK Damezrandin Salveger Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî got ku “PDK pêşengiya gelê Kurdistanê û pêşxistina Kurdistanê dike."

Îro 77emîn salvegera damezrandina PDKyê û herwiha rojbûna Serok Mesûd Barzanî ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKyê Mesrûr Barzanî, bi boneya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir.

“Tevahiya Kurdistaniyên niştimanperwer ji dil û can pîroz dikim”

Mesrûr Barzanî rojbûna Serok Barzanî û damezrandina PDKyê pîroz kirin û got:

“Ez cenabê Serok, tevahiya endam, alîgir, dostên Partiya Demokrata Kurdistanê, malbet û kesûkarên serfiraz yên şehîd û enfalkiriyan, Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û tevahiya Kurdistaniyên niştimanperwer ji dil û can pîroz dikim.”

Serokwezîr Barzanî amaje pê kir ku “16ê Tebaxê ne tenê salvegera damezrandina partiyeke kevnar û pêşeng a Kurdistanî ye” û pê de çû:

“Di heman demê de bîranîna dibistaneke mezin û biheybet ya Kurdayetî, nîştimanperwerî, xweneçemandin û parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê ye.”

"PDK dayika şoreş û serkeftinan e"

Mesrûr Barzanî anî zimên ku PDK xwedandîrok e û berdewam kir:

“Partî, hizba dayik a şoreşên mezin û destkeftiyên mezin e.

Xwedan dîrokeke tiji serfirazî, serwerî û serokekî Pêşmerge ye ku jiyan û temenê xwe di rêya parastin û serfiraziya Kurdistanê û gelê Kurdistanê de terxan kiriye.”

Mesrûr Barzanî daxuyand ku PDK ne partiya herêmekê, ya tevahiya Kurdistanê ye û li Kurdistanê bûye tevgereke girseyî ya parastina niştimanê.

"Partî pêşengiya gelê Kurdistanê dike"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku PDKyê berpirsiyariyên mezin dane ser milên xwe û got:

“Partî heta îro jî pêşengiya gelê Kurdistanê û pêşxistina Kurdistanê dike.”

 Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de cih da van îfadeyan:

“Em di vê bîranîna biheybet de damezrînerê partiyê rêberê dîrokî û bavê rihê neteweyî Mistefa Barzanî û serkirdeyê şehîd Îdrîs Barzanî û tevahiya şehîdên rêya azadiya Kurdistanê bi rêzdarî û wefadariyê bi bîr tînin.

16 Tebaxê li tevê Kurdistaniyan pîroz be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst