ÊLIH – Cotkar zeviyên xwe bi enerjiya rojê av didin

16-08-2023
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Êlih Hezo Kareba Enerjiya Rojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Êliha Bakurê Kurdistanê 21 cotkar 300 donim erdê xwe bi enerjiya rojê av didin.

Di van demên dawiyê de kompanyayên belavkirina elektrîkê, karebaya gelek cotkarên Bakurê Kurdistanê qut dikin.

Ji ber van qutkirinên di dema avdaniyê de, di navbera cotkar û van kompanyayan de gelek caran alozî rû didin.

Ji ber van alozî û pirsgirêkan cotkar bixwe elektrîka xwe çêdikin û bi wê elektrîkê jî zeviyên xwe av didin.

Cotkarên navçeya Hezoyê ya Êlihê di çarçoveya projeyekê de li nêzîkî zeviyên xwe yên çandiniyê panelên enerjiya rojê danîne.

Cotkar, bi saya van panelan elektrîka avdanê ya zeviyên xwe ji enerjiya rojê dabîn dikin.

“Berê tenê çandiniya berhemên bejî hebû”

Hakki Saglamê Rêveberê Çandiniya Hezoyê behsa sûdên van panelan kir û got:

“Bi saya van panelan santraleke me ya bi kapasiteya 52 kîlowat elektrîkê çêbû. Em dê bi vê elektrîkê li vê derê derdora 300 donim erd zeviyên çandiniyê av bidin.

Derdora 21 malbatên me yên cotkar li ser vî 300 donim erdî sûdê ji vê projeyê dibînin.

Berê li vê derê tenê çandiniya berhemên bejî hebû, bi vê yekê cotkarên me êdî dê çandiniya berhemên avî jî bikin û dê berhema wan jî ji sedî 100 zêde bibe. ”

Ji bo 300 donim erdê çandiniyê xerciya van cotkaran bi elektrîka normal mehane 70 hezar lîreyên Tirkî anku 2 hezar û 600 dolar bû.

Ew xercî salane jî digihişt heta 400 hezar lîreyî ku dike nêzîkî 15 hezar dolaran.

Niha ew xercî sifr e û hemû pereyên ku cotkaran didan fatureyên elektrîkê di berîka wan de dimînin.

“Me ji ber faturayan serî li projeyê da”

Cotkarê bi navê Alican Araz jî wiha got:

“Fatureyên me yên elektrîkê gelekî zêde bûn. Me jî serî li vê projeyê da. Înşalah ji niha û pê ve em dê kêmtir bidin. Ji bo ku em ji van fatureyên elektrîkê rizgar bibin me serî li vê projeyê da.”

Li navçeyê 120 panel hatine danîn. Xerciya projeyê 890 hezar lîreyên Tirkî ye ku dike derdora 33 hezar dolaran.

Ji sedî 80yê wê xerciyê jî bi rêya Rêveberiya Çandiniyê bê beramber tê dayîn û cotkar dixwazin li navçeyê projeyên wiha zêdetir bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst