CINDIRÊS - Grûpên çekdar tehmê nadine Kurdan: ‘Konên Kurdan xirab kirin’

16-08-2023
Hisên Omer
CINDIRÊS - Grûpên çekdar tehmê nadine Kurdan: ‘Konên Kurdan xirab kirin’
CINDIRÊS - Grûpên çekdar tehmê nadine Kurdan: ‘Konên Kurdan xirab kirin’
Nîşan Cindirês Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxeke Cindirêsê heta niha hejmarek welatiyên Kurd ji ziyandîtiyên erdheja 6ê sibatê di bin konan de dijîn.

Roja 13ê tebaxê, çekdarên grûpa Feyleq el-Şamê ya ku beşeke Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyeyê ye êrişî nişteciyên wan konan kiriye û kon têk dane.

Grûpa Feyleq el-Şamê yek ji wan koman e ku Tirkiye piştgiriyê dide wan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand ku armanca vê êrîşê derxistina welatiyên Kurdên resen ên ji Cindirêsê ye û bicihkirina hawirdeyan e li şûna wan.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo, di belgekirina binpêkirinên grûpên çekdar li Efrînê de ji Rûdawê re navê fermandarên wê grûpê eşkere kir.

“Konên Kurdan xirab kirin”

Çalakvan Mistefa Şêxo anî ziman, “Li Cindirêsê ji roja ku erd hejiya û kon hatine vedan heta niha Feyleq el-Şam konên Kurdan xirab kirin. Alîkariyan jî didin Ereban, nadine Kurdan.”

Çavkaniyekî ji nav Cindirêsê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, heta niha nêzîkî 50 malbatên Kurd ên nişteciyên Cindirêsê ku ziyanên mezin gihîştine malên wan di bin konan de jiyana xwe diborînin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku ew malbat li taxa jêrîn ku li Cindirêsa kevn e û taxa jorîn ku li navçeya pîşezasiyê ye dimînin.

Herwiha diyar kir ku hin malbat ji bo ji xwarin û xweşûştinê bi roj diçin nav malên xwe yên ziyandîtî lê bi şev ji tirsa hilweşîna malên xwe di bin konan de radizin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst