Parlamentera YSPyê li Amedê çû gundê ku elektrîk lê hatiye qutkirin

16-08-2023
RÛDAW
Nîşan Qutkirina Elektrîkê Amed YSP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera YSPyê Halîde Turkoglu çû serdana gundê Qerhêtayê yê Amedê ku ev 6 roj in elektrîka xelkê gund ji aliyê DEDAŞê ve hatiye qutkirin.

Turkogluyê ragihand ku ji ber qutkirina elektrîkê li gund nexweşên girêdayî makîneyên henaseyê zehmetiyan dikişînin.

Herwiha diyar kir ku çandinî rawestiyaye û ajel dimirin û bang li Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê kir ku elektrîka wî gundî were berdan.

Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) ji 11ê Tebaxa 2023yan ve bi hinceta deynê elektrîka bîrên çandiniyê karebaya gundê Qerhêtayê yê navçeya Çinarê qut kiriye.

Berî niha berpirsê ofîsa Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak jî çûbû wî gundê ku 140 mal lê hene û nifûsa wî derdora 800 kesî ye.

Li gund bi elektrîkê re av jî qut bûye û gundî nikarin karên xwe yên rojane bikin.

Herwiha ava xwe jî bi traktoran ji gundên din tînin.

Bangî Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê kir

Halîde Turkoglu tevî şandeyekê çû wî gundî û piştre dîmenên xwe yên serdanê bi peyamekê li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kirin.

Turkogluyê di peyama xwe de amaje bi wê yekê da ku ji ber qutkirina elektrîkê xelkê gund rûbirûyî pirsgirêkan dibe û bangî Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê kir ku elektrîka gund were berdan.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) ya Amedê Halîde Turkoglu got:

“Em li gundê Qerhêtayê yê navçeya Çinarê ne ku ev 6 roj in ji ber deynê bîran elektrîk hatiye qutkirin. Nexweşên girêdayî tûpên oksîjenê hene.

Çandinî rawestiyaye, ajel dimirin. Divê demildest elektrîka gundê Qerhêtayê were berdan.”

Ev 2 sal in DEDAŞ li parêzgehên Bakurê Kurdistanê elektrîka xelkê qut dike.

Li aliyê din, ji ber vê pirsgirêkê di navbera gundî û karmendên wê kompanyayê de çend caran alozî derketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst