Li Wanê 6 koçber û qaçaxçiyek hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê 6 koçber û kesek jî bi hinceta qaçaxçitiya koçberan hatin desteserkirin.

Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê, Rêveberiya Parastina Sînor û Rûbirûbûna Koçberan agahiya koçberên neyasayî wergirtin.

Tîman li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi ser malekê de girt û 6 koçberên ku di malê de hatibûn veşartin desteser kirin.

Kesek jî bi tohmeta ku koçber li wê malê bi cih kirine û veşartine hat desteserkirin.

Koçberên desteserkirî piştî karûbarên yasayî radestî Navenda Vegerandinê ya Rêveberiya Koçê ya Wanê hatin kirin.