Li Dêrsimê çalakiya karkeran berdewam dike: 'Mirovan birçî dihêlin'

16-08-2023
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Çalakî FEDAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê karkerên Kompanyaya Xizmetên Elektrîkê ya Firatê (FEDAŞ) çalakiyê dikin.

Karkerên FEDAŞê li ber avahiya kompanyayê bi malbatên xwe re “şertên kar” û “mûçeyê kêm” protesto dikin.

Çalakiya “kêm karkirinê” ya karkeran 9ê Tebaxê dest pê kiribû.

Karkerên FEDAŞê dixwazin şertên wan ên kar bêne başkirin û herwiha mûçeyên wan zêde bibin.

Karker dibêjin li beramberî karê zehmet yê ku dikin heqdestê pêwîst wernagrin û nikarin dawiya mehê bînin.

“Em dê çawa xwe bigihînin meha din?”

Karkerê bi navê Savaş Yilmaz anî zimên ku heqê keda xwe nastînin û got:

“10-15 hezaran didin me. Dê têra me û çi bike? Jixwe heqê kirê wilqas e. Zarokên me hene, em dê çawa xwe bigihînin meha din?”

“Karê me zehmet e”

Karkerê bi navê Alî Haydar Gul jî bal kişande ser şertên xerab ên kar û berdewam kir:

“Em 9ê mehê li vir kom bûn, heqê me nadine me. Karê me ne xweş e. Em di şertên zehmet de dixebitin, mirin heye. Karê me zehmet e.”

Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên bajêr jî piştgiriyê didin karkeran û carinan diçin serdana wan.

Parlamentera YSPyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî çû cem çalakvanan û piştgirî da wan.

“Mirovan birçî dihêlin daku wan bixin bin fermana xwe”

Korduyê amaje pê kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya karkeran û ji Rûdawê re got:

“Em îro li gel karkeran in û em piştgiriyê didin têkoşîna wan a mafdar.

Li vî bajarî û li gelek bajaran din bi rêya birçîhiştinê siyaseta tirsandinê tê birevebirin.

Mirovan birçî dihêlin daku wan bixin bin fermana xwe. Eger ew jî nebe wiha dikin ku mirov koç bikin. Mirov ji ber van şert û mercan ji neçarî ji Dêrsimê koç dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst