Li Wanê bûyera trafîkê: 4 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artemêtê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê mînîbûs û otomobîlek li hev qelibîn.

Di bûyerê de 4 kes birîndar bûn.

Li xaçerêya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê mînîbûs û otomobîlek li hev qelibîn û minîbûs wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de her du şofêr û 2 kesên di mînîbûsê de birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.