Li Rojhilatê Kurdistanê alkola sexte; 2 kes mirin û 11 kes bi jehrî ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Nexede yê ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ve, 2 welatiyan ji ber vexwarina alkola sexte canê xwe ji dest dan û 11 kes jî bi jehrî ketin.

Derbarê mijarê de Berpirsê Nexweşxaneya Îmam Xumeynî ya Nexede Aydin Danişger got: “Nîvê şeva Duşembê du kes, ku alkola sexte vexwaribûn, di rewşa nîv hişyarî de serdana Hewarçûna Lezgîn kirin.”

Li gor Aydin Danişger, temenê wan herdû kesan 28 û 32 salî bûye û hewla çareserkirinê bo wan hatiye dayîn û bo Urmiyê hatine şandin, lê canê xwe ji dest dane.

Danişger got: “11 kesên din jî ji ber vexwarina alkola sexte bi jehrî ketine, hejmarek ji wan li Nexedeyê hatin dermankirin û hejmarek jî bo wergirtina çareseriyê bo Urmiyê hatine şandin.”

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kirîn, firotin û vexwarina alkolê qedexe ye û cezayekî dijwar heye, vê jî wiha kiriye vexwarina alkola ne standard û sexte li wan deran zêde bibe û salane ji ber wê sedemê bi dehan kesan canê xwe ji dest bidin û rastî pirsgirêkên tendirustî yên tund bên.

Li gor Pizîşkiya Dadê ya Îranê, salane li wî welatî 100 heta 120 kesan ji ber vexwarina alkola sexte canê xwe ji dest didin. Li gor raporta Pizîşkiya Dadê, ji Newroza sala 2019an ve û heta Newroza 2020an zêdeyî 3 hezar kes li Îranê bi vexwarina alkola sexte bi jehrî ketibûn û 728 kesan jî canê xwe ji dest dabûn.

Berpirsê Berê yê Rêxistina Karûbarê Civakî ya Îranê Teqî Rostemwend, du meh berî niha gotibû: “Nêzîkî ji sedî 10ê xelkê ji 15 heta 64 salî li Îranê (wate zêdeyî 5 milyon kes) alkola sexte vedixun.”

Li gor raporta sala 2019an a Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanê, Îran nehemîn welatê cîhanê ye bo vexwarina alkolê.