Ferhad Şamî: Dema zêdebûna êrişên Tirkiyê cihê gumanê ye

17-08-2022
RÛDAW
Nîşan Ferhad Şamî HSD Kobanî Artêşa Tirkiyê Êriş Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî got “Ev êrîş di dema hevdîtinên îstixbaratê yên di navbera Tirkiye û hikûmeta Şamê de pêk tên. Ji ber vê yekê gumanan çêdike û di mejiyan de nîşaneyên pirsê çêdike.”

Ferhat Şamî diyar kir ku Tirkiye vê hefteyê xwe ji bo êrîşeke nû ya li dijî Rojava amade dike û dibêje “Me dît ku dewleta Tirk dixwaze herî kêm êrîşekê pêk bîne. Bi obus, tank û topan amadekariya êrîşê dikirin. Ji ber vê yekê zêdetirî 15 rojan gerên wan ên bi Rûsan re rawestiybûn.

Ferhad Şamî diyar kir ku Tirkiye bi taybet li herêmên sînorê Kobanî û Şehbayê di nav çalakiyê de ye.

Şamî, behsa rewşa Kobaniyê jî kir û got “Me diyar kir ku ti êrîşeke dewleta Tirk wê bê bersiv nemîne. Niha bi taybetî li Kobanî nexweşxane û cihên sivîlan dibin hedef. Armanca din jî koçberkirina gel e. Lewma banga me li gelê me ew e ku li cihê xwe bimîne. Dê di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan bê dayîn.”

“HSDê ti çalakiyek nekiriye”

Li gorî nûçeya ANHA’yê Şamî nûçeyên ku dibêjin HSDê êrîşî hêzên Tirk kiriye derewand û wiha got “Ev provokasyonên MÎTê ne. HSDê ti çalakiyek nekiriye û li herêmên ku behsa wan dikin HSD li wan herêman nîne.”

Ferhad Şamî her wiha bal kişand ser hebûna Rûsya û hikûmeta Şamê li herêmê û wiha berdewam kir:

“Li herêmên hedefkirî yên weke rojavayê Kobaniyê gelek xalên çavdêriyê yên Rûsyayê hene. Helbet bêdengiya Rûsyayê jî cesaretê dide dewleta Tirk. Divê Rûsya li hemberî van êrîşan helwesteke tund nîşan bide. Hebûna hikûmeta Şamê ya li herêmên di bin bomberdûmanê de rê li ber êrîşên dewleta Tirk negirt. Hikûmeta Şamê di bersiva van êrîşan de dudil e. Ev êrîş di dema danûstandinên îstîxbaratê yên di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê de pêk tên. Ji ber vê yekê gumanek çêdike û di mejiyan de nîşaneyên pirsê çêdike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst