Li Semsûrê bi hezaran geştyar serdana Çiyayê Nemrûdê kirin

16-08-2022
RÛDAW
Îsal serdana geştyaran bo Çiyayê Nemûrd li Semsûr a Bakurê Kurdistanê zêde bûye. Wêne: AA
Îsal serdana geştyaran bo Çiyayê Nemûrd li Semsûr a Bakurê Kurdistanê zêde bûye. Wêne: AA
Nîşan Bakurê Kurdistanê Semsûr Çiyayê Nemrûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ligel muzîkeke hestyar di şûnwareke ku dîroka wê vedigere Şaristaniya Kommagene, li Çiyayê Nemrûdê ku dikeve parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê bi hezaran geştyaran serdana peyker û girên dêwasa kirin.

Çiyayê Nemrûdê ji bilî ku cihekî dîrokî ye, yek ji cihên herî xweşik bo dîtina rojhilatin û rojavabûnê ye, lewra gelek kes hez dikin serdana wê derê bikin.

Li gor Rêveberiya Muzexaneya Semsûrê tenê di du rojan de hezar geştyaran serdana vê cihê dîrokî kiriye.

Rêveberê Muzexaneya Semsûrê, Mehmet Alkan dibêje, "Tê texmînkirin ku di nav girê Nemrûdê de gora Qral Antiochos heye. Geştyarên tên vê derê bi taybet ji van peykerên dêwasa û temaşekirina hilatina rojê û rojavabûnê kêfxweş dibin."

Li lûtkeya çiya hem gir û hem jî peykerên pir mezin ku firehiya wan 150 metre û bilindahiya wan jî 50 metre hene ku bala geştyaran dikşînin.

Rêveberê Muzexaneya Semsûrê diyar dike, "Piştî pandemiyê hejmara geştyaran  bo vê derê zêde bûye. Em çaverê dikin îsal bi giştî nêzîka 150 hezar geştyar serdana Çiyayê Nemrûdê bikin."

Çiyayê Nemrûd ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve wek devera Parka Niştimanî hatiye parastin û ji xeynî peykerên bê mînak, di Lîsteya Mîratên Cîhanî ya UNESCOyê de cih digre, bi bilindbûna 2 hezar 150 metre wek "Xweşiktirîn cih bo dîtina rojhilatin û rojavabûn" tê naskirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst