Baroyên Amed û Rihayê giliyê Umît Ozdag kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Baroyên Amed û Riha yên Bakurê Kurdistanê ragihandin ku dijî Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku sivikatî bi Şêx Seîd kiribû, gilî tomar kirine.

Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag 14ê Tebaxa 2022ê li ser hesabê xwe yê Twiterê heqaret li Rêberê kurd Şêx Seîd kiribû.

Baroyên Amed û Rihayê 16ê Tebaxa 2022ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi peyamekê ragihandin ku wan ji ber heqaretên li Rêberê Kurd Şêx Seid bo Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag gilî tomar kirine.

Baroya Amedê di daxuyaniya xwe de dibêje” Ji ber parvekirinê serokê partiyeke siyasî li ser torên civakî ku heqaret li bîranîna Şêx Seîd dike; Bi Komeleya Şêx Seîd re li gorî xala 130emîn a Qanûna Cezayê ya Tirk li dijî wî serlêdana sûcê hat kirin.”

Çi bûbû?

Ozdag nexşeya bajarên Tirkiyeyê yên ku Sûriyeyî lê dijîn li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir û got “Eger hûn van 2 nexşeyan bi baldarî lêkolîn bikin, hûnê bibînin ku Tirkiye bûye Filistîn. Filistîniyan bi gotina 'tiştek nabe' erdê xwe firotibûn. Li Tirkiyê heman pêvajo dijî. Partiya Zafer partiya ku li dijî filistînîbûna Tirkiyê li ber xwe dide. Dê serkeftin bibe ya Gelê Tirk.”

Li ser vê parvekirina Ozdag parêzer Sitki Zîlan jî bi vî rengî şîrove kir “Cihû li Filistînê xwedî maf bûn. Pêxember Mûsa bi fermana Xweda zarokên Îsraîlî ji Misrê wergirt bir Filistînê, beriya wê Pêxember Îbrahîm li wir bicih bûbû. Kurd û Ereb jî li Tirkiyê xwedî maf in, li cihê beredayî xwe ne westîne; yan li cihê xwe bêdeng rûnê, yan here Japonyayê!. Bila rojhilatê Feratê ji me Kurdan re be, rojavayê wê jî bibe sê par; Tirk, Ereb û Kurd bi hev re bijîn. Me wê roje biryar da; Em wek kurd bi firehiya 100 km erd li ser xeta Diyarbekir-Edeneyê bistînin, divê em xwe bigihînin deryayê. Jixwe ji niha ve Mêrsîn ne bajarê Kurd û Ereban e?”

Li ser şîroveya Sitki Zîlan heqaretê li Şêx Seîd kir û got “Kalê min ê rehmetî Lîwa Mikaîl, kûçikê Şêx Seîd ê ku vê digot bir Amedê. Ocalan ê ku herî dawî got, li Îmraliyê diçêre.”

Ji siyasetmedaran heta rojnamegeran gelek bikarhênerên Twitterê yên kurd bertek nîşanî Ozdag ê ku heqaret li nirxên Kurdan dike, dan û xwestin ku hesabê wî bê ragihandin û der barê wî de serlêdana sûcê bê kirin. Bikarhêneran li ser medya civakî hashtagên #SeyhSaidonurumuzdur (#şêxseîdrûmetameye), #şeyhsaidhalktır (#şêxseîdgele) vekirin û wêneyên Şêx Seîd parvekirin.

Komeleya Şêx Seîd li ser hesabê xwe yê twitter bi awayekî tund bertek nîşanî Ozdag da û tê de ragihand “Kesê ku daxuyand ku ew kurê koçberê bervale Mikaîl û Mûzeferê darbekar e ku zimandirêjiyê li Şêx Seîd Efendî kiriye, Şêx Seîd rûmeta gelekî ye. Em wî navî di devê te yê bi gilêz de nadin çûtin, hoşt wir de here bervale Umît Ozdag.”