Siyasetvanên Kurd ji bo rewşa Bakurê Kurdistanê însiyatîfa 'Lêgerîn' ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Bi navê  grûba “Lêgerîn” hejmareke siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên Bakurê Kurdistanê ji bo raya giştî ya Kurdistanê peyamek belav kirin û tê de dibêjin ku ew ji bo rewşa niha ya Kurdan di nav lêgerîneke siyasî de ne. Herwiha ew grûb bang li hemû kes û aliyên Kurd dike ku ew hemû bêne ba hev û rêyên çareseriyê nîqaş bikin û li ser bingehek hevpar tevbigerin.

Ew koma bi navê Lêgerin di bangawaziya xwe de diyar dike ku “ew ji siyasetên cuda bi armanca berpirsiyariya netewî” hatine cem hev û dibêjin: “Em wek grûbek neferên siyasî yên Kurdistanî, dixwazin ku eşkere bikin em di nav lêgerînek siyasî de ne. Gelê me gelek êş û elem kişandiye/dikişîne û gelek berdelên giran daye/dide, ku em bi vî hişmendiyê û zanyariyê tevdigerin.”

Di beşeke din a peyamê de hatiye gotin: “Em bibawer in ku, ev proseya lêgerînê ya me destpê kiriye ji bo gelê me dê bibe organîzasyonek rêxistinî û siyasî û di her aliyê de encaman bi dest bixe.”

Bengawaziya koma bi navê Lêgerîn ji bo raya giştî ya Kurdistanê wiha ye:

Li cîhanê û gelek welatên Rojhilata Navîn bi salan in şer û pevçûnên germ, ku bi armanca pergalên siyasî yên nû bê avakirin, berdewam dikin. Dewletên desthilatdar ên cîhanê û her wiha dewletên ku dixwazin li herêmê bibin xwedî hêz ên wek Tirkiye û Îranê, li derveyê sînorên xwe şerên desthilatdariyê û serweriyê dimeşînin.

Kurdistan, di navenda vî şerê ku li Rojhilata Navîn bi şêweyek nû belav bûye, cih digire. Ev şer li ser civaka Kurd û grûbên etnîkî û olî yên li Kurdistanê dijîn gelek bi bandor e. Ji ber vê proseya pevçûn û şêr a ku gelek alî û şêweyên xwe heye, sînorên ji aliyê peymana Lozanê ve hatine xêzkirin di meriyetê û fiîliyatê de bê wate bûne. Iraq û Sûriye di fiîliyatê de perçe û belav bûne. Tirkiye û Îran, bi armanca desthilatdarî û serweriyê li derveyê sînorên xwe şer dimeşînin û loma jî bi gelek pirsgirêkên giran ve rû bi rû dimînin.

Netewa Kurd û nûnerên wê yên siyasî, ji bo mafên xwe yên netewî bi dest bixin, di nav têkoşînek mezin de ne. Têkoşîn û berxwedana bo mafên netewî, ya ku berdewama berxwedan û serhildanên di du sedsalên dawî de ye û gorî şert û mercan fermî û ne fermî tê meşandin, îro jî berdawam dike. Ev têkoşîn bingeha xwe ji hêza gelê Kurd digire û her wiha bi piştgirî û tifaqa hêzên dost yên navnetewî gelek geş û mezin bûye. Di encama vî tekoşîn û berxwedanê de, li Başûrê Kurdistanê pergala federal hatiye damezirandin û her wiha Rojavayê Kurdistanê ber bi statuya xweser rê digire.

Li Bakurê Kurdistanê nêzî pêncî salan in têkoşîn tê dayîn. Di merhaleya niha de dema ev rewş hem ji aliyê dewleta Tirk hem jî ji aliyê organîzasyonên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ve bê nirxandin, tê dîtin ku rewş ji bo her du aliyan jî bûye hişkgirê û hatiye xitimandin. Sepan û pratîk, helwestên siyasî, gotin û argumanên her du aliyan meseleya Kurdistanê bi temamî di rewşa bê çareserî û hişkgirê de hiştiye.

Em wek grûbek neferên siyasî yên Kurdistanî, dixwazin ku eşkere bikin em di nav lêgerînek siyasî de ne. Gelê me gelek êş û elem kişandiye/dikişîne û gelek berdelên giran daye/dide, ku em bi vî hişmendiyê û zanyariyê tevdigerin. Em, ji siyasetên cuda bi armanca berpirsiyariya netewî hatine cem hev.

Ji bo rewşa siyasî ya hişkgirê bûye û em tê de ne were çareserkirin, hewcedariya me bi perspektîf û têgihîştinek siyasî ya nû heye û ji bo vê divê em êdî tevbigerin. Ev lêgerîn û tevger, dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rê li ber aşitiyê û çareseriyê jî vebike û her kes û alî jî vê maqûl bibîne. Em dixwazin bigihîşin perspektîfek netewî û gerdûnî ya nû û bingeha xwe ji ziman, çand û dîroka me digire. Ku di vê çarçoveyê de çareseriya meseleya Kurd û Kurdistanê bibe navenda xebatên me. Her wiha bi vê perspektîfê em dê ji xeletiyên dîrokî û rojane dersan derbixin. Armanca me ev e ku, em van hedef û xwestekên xwe bi her kesên xwedî berpirsiyarî û hişmendiya Kurd û Kurdistanê re pêk bînin.

Em bang li her kes, grûp û organîzasyonên siyasî yên wek me xwedî guman in dikin û îro an jî berî wan di kîjan organizasyonên siyasî de cîh girtine ji bo me ne girîng e. Daxwaza me ew e ku em bên cem hev, meseleyan bi hev re nîqaş bikin û li ser bingehek hevpar tevbigerin.

Danehev, hişmendî û dewlemendiya nefer/kadro û têkoşîna Kurdistanê zêdetir kêrhatî ye û musaît e.

Em bibawer in ku, ev proseya lêgerînê ya me destpê kiriye ji bo gelê me dê bibe organîzasyonek rêxistinî û siyasî û di her aliyê de encaman bi dest bixe.

Bi rêzdarî bo raya giştî ya Kurdistanê tê eşkerekirin.

16 Tebaxê 2020

Lêgerîn