Murat Karayilan: Me soz daye destkeftên Başûrê Kurdistanê biparêzin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Biryargeha NPG Murat Karayilan dibêje, wan artêşa Tirkiyê li Heftenînê “gêş” kir û “eger bên Zapê em dê wan binax bikin.”

Murat Karayilan, Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) û Endamê Desteya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi boneya 36emîn salvegera destpêkirina şerê çekdarê yê PKK di Tebaxa 1984an de peyamek belav kir û got, “Ji ber ku em li Bakurê Kurdistanê şer dikin, li Heftanîn, Xakurkê û Zapê şer diqewime.”

Karayilan dibêje, “Me soz daye ku em ê destketiyên gelê Kurdistanê hemûyan biparêzin, em ê biparêzin. Li pêş çavên me dijmin tê dagir dike, rê çêdike û bi rengekî mayinde bi cih dibe. Em li dijî vê şer dikin, em destketiyên gelê Başûrê Kurdistanê, gelê Başûrê Kurdistanê, xaka Iraqê diparêzin.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel ji ber canjidestdana 2 fermandarên Kurd ên artêşa Iraqê di êrişeke Tirkiyê de li Sîdekana Başûrê Kurdistanê, serxweşî li gelê Kurdistan û Iraqê dike û dibêje, “Em di wê baweriyê de ne ku xwîna wan wê li erdê nemîne û hesabê vê êrişê jî wê bê pirsîn.”

Murat Karayilan tekez dike ku ew “pêdagar in di têkbirina dijmin” de û her di vê çarçovê de daxwaza hevkariyê ji xelkê Başûrê Kurdistanê û Iraqê dike.

Artêşa Tirkiyê li herêma Heftenînê roja 15 Hezîranê bi navê 'Çengê  Baz' operasyoneke asmanî û roja 17ê Hezîranê jî bi navê 'Çengê Piling' operasyoneke zemînî dabû destpêkirin.

Tirkiye dibêje, ew operasyon li dijî PKKê hatine destpêkirin, lê bi sedema berdewamiya bombebaran û topbaranên vê dawiyê, ziyaneke madî ya mezin gihişte xelkê li deverên sînor.

Li gor raporta ku komîteyên ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibûn raspardin ji bo lêkolînkirina ziyanên şer û topbaranê li navçeyên sînorî,  di encama  wan operasyonên Tirkiyê yên di naverasta meha Hezîranê de li sînorê Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin, 504 gund hatine valakirin.

Her li gor raporta wan komîteyan Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê bi firehiya 40 kîlometre û kurahiya 15 kîlometre derbas kiriye.

Herwiha roja 11ê vê mehê jî di encama êrişeke firokeyên Tirkiyê de li Sîdekanê 2 fermandarên Kurd di Hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê de û fermandarekî PKKê canê xwe ji dest dabûn.