Balafirên Tirkiyê quntara çiyayê Qendîlê bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê çend dever li quntara Çiyayê Qendîlê li nav axa Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kirin.

 

Rêveberê nahiyeya Sengeserê ya ser bi qezaya Pişderê ve, Nehro Ebdullah derbarê bombebarana îro de ji Rûdawê re ragihand, îro demjimêr 09:35, çend balafirên şer ên Tirkiyê bo dema nîv demjimêrî li esmanê navçeyê geriyan û piştre gundên Qirnaqe û Pişt Aşan û herwiha çiyayê Bêrimte bombebaran kirin.

 

Nehro Ebdullah herwiha got, di demjmêr 10:20an de jî balafireke şer a Tirkiyê gundên Sarde, Bêrimke, Sergelî, Qelatokan û Gelî Bedran, bi dijwarî bombebaran kir.

 

Bi gotina Rêveberê nahiyeya Sengeserê, ji ber bombebaranên îro zirarên canî çênebûye, lê belê agir bi pûş û giyayê deverê, û herwiha bi rez û baxên welatiyên gundên Qirnaqe û Pişt Aşan û herwiha bilindahiyên Gelî Bedran ketiye.

 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku balafirên şer ên wî welatî bi hevahengiya operasyona ku li nav sînorê Başûrê Kurdistanê birêve diçe, baregehên PKKê yên li devera Zabê bombebaran kirine.

 

Di derbarê van bombebaranên balafirên şer ên artêşa Tirkiyê de, heta niha PKKê û medyaya nêzîkê wê ti zanyarî belav nekirine.