Qederê Mîr Ebdullah ji Efxanistanê anî Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Kesekî Efxanî yê bi navê Mîr Ebdullah 20 sal berî niha ji ku biçe Ewropayê, rêya koçberiyê dide pêşiya xwe, lê qeder wiha dike ku ew bê Başûrê Kurdistanê û niha ew li Hewlêrê dijî.

 

Mîr Ebdullah 20 sal berî niha xwestiye bi rêya Îran û Rojhilatê Kurdistanê biçe Ewropayê, lê ji aliyê hêzên Îranê vet ê girtin û bo Başûrê Kurdistanê tê şandin, ji hingê ve heta niha, ew kesê Efxanî li Hewlêrê dijî.

 

Mîr Ebdullah li Hewlêrê zewicî ye û 3 keçên wî hene, û niha li Hewlêrê di nava xaniyekî kevin de dijî.

 

Mîr Ebdullah tevî ku 20 sal di ser rêwîtiya wî ya ber bi Ewropayê re derbas bûye, lê hêj bêhêvî nîne û hêj li benda wê yekê ku Netewên Yekgirtî wî bişîne Ewropayê.

 

Ew welatiyê Efxanî ji Rûdawê re dibêje, wî kêyseke siyasî heye û bêtirî 15 salan e ku li benda Netewên Yekgirtî ye, daku daxwaza wî qebûl bikin û wî bişînin Ewropayê.

 

Hemû zehmetiyên jiyanê li ser Mîr Ebdullah diyarin, û hevjîna wî jî nexweş e û li ser kursiyeke kêmendaman e. Ew dixwazin dengê xwe bighînin her kesî, daku belkî alîkariyan wan bikin.

 

Ji ber nexweşketina hevjîna xwe, Mîr Ebdullah ji bilî hewldan bo peydakirina dahat û debara malbatê, erkê haydarbûna ji zarokan ketiye ser milên wî.

 

Rojane berî ku biçe ser kar, ew bi xwe xwarinê ji hevjîna xwe ya nexweş û zarokên xwe re amade dike û piştre ji malê derdikeve û diçe ser kar.

 

Derbarê rewşa niha ya jiyana xwe de, Mîr Ebdullah ji Rûdawê re dibêje: “Zehmetiyke kêm nîne, zehmetiya rojek, deh roj û mehekê nîne, zehmetiyeke demdirêj e, bêtirî salekê ye ku erkên dayika wan ketiye ser milê min, erkê zarokan jî li ser min e, sibehî, nîvro û şevê pêwîstiya wan bi xwarinê heye.”

 

Ebdullah tekez dike, ji ber rewşa wî ya xirab a darayî, destên wî girtî ne û ew nikare hevjîna xwe bo çareseriyê bibe Tirkiyê yan welatekî din.