Hulusî Akar: 'Navenda Operasyonên Hevbeş' heftiya bê dest bi kar dike

16-08-2019
RÛDAW
Nîşan Hulusî Akar Navçeya Aram Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezarî Berevaniyê yê Tirkiyê ragihand ku ‘Navenda Operasyonan a Hevbeş’ heftiya bê dest bi kar dike.

 

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ku îro ji bo şopandina karûbarên damezrandina ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ a di navbera Amerîka û Tirkiyê de, çûbû parêzgeha Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê, piştî civîna li gel berpirsên leşkerî û serokê îstîxbarata wî welatî, derbarê pêkanîna ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ û avakirina ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê axivî.

 

Hulusî Akar rêkeftina li gel Amerîkayê ya derbarê ‘Navçeya Aram’ de weke destpêkeke baş bi nav kir û got, “Xebatên me dê dewam bikin.  Me ji bo komkirina çekên giran ên di destê YPGê de û derxistina wê ji wê herêmê li gel Amerîkayê li hev kiriye.”

 

Akar derbarê kontrola asmanê ‘Navçeya Aram’ jî got, “Derbarê koordînasyon û kontrolkirina qada asmanî û gelek mijarên din de me bi giştî li hev kir. Xebatên teknîk berdewam dikin. Di çarçova rêkeftinê de 14ê Tebaxê firokeyên me yên bêfirokevan dest bi pêkanîna erkê xwe kirin.”

 

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, li ser xebatên damezrandina ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ bo birêvebirina ‘Navçeya Aram’ got ku wan bi awayekî giştî amadekariyên xwe pêk anîne û diyar kir, “Fonksiyonên krîtîk hatine pêkanîn. Di mijarên din de xebat berdewam dikin. ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ heftiya bê dê dest bi kar bike.”

 

Herwiha Akar aşkere kir ku li hemberî egera birêveneçûna xebatên wan ên li ‘Navçeya Aram’ ew xwedî planên B û Cyê ne jî û got eger ev xebata wan a bi şirîkatî têk biçe, ew dê bi sere xwe hereket bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst