Hewramî: PDK ji bo hilbijartinan li ser 30ê Îlonê rijd e

Silêmanî (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo pêkanîna hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de bi rijd e.

 

Endamê Serkidetiya PDKê Hêmin Hewramî li Silêmaniyê di çalakiyên Liqa 4 a PDKê de diyar kir ku ti hinceteke îdarî, siyasî û yasayî ji bo paşxistina hilbijartinên 30ê Îlona îsal tine ye û got: “Her kesê ku li dijî encamdana hilbijartinan e, bila wêrekiya wî ya siyasî hebe û rasterast bibêje ku naxwaze were kirin, ne ku li vir û li wir bi awayekî nerasterast daxuyanî bide.”

 

Hêmin Hewramî destnîşan kir ku niha ji aliyê Serokwezîr ve roja 30ê Îlonê hatiye diyarkirin, ji ber wê yekê ku parlemento xwe ji bo du xulan nû kiriye û dema wê temam dibe. Hewramî got: “Ji aliyê yasayî ve pêwîstiya me bi ecamdana hilbijartinan heye, hemû pêdiviyên îdarî, darayî, yasayî ji bo komîsyonê hatine dabînkirin, hemû aliyên siyasî, xwe tomar kirine, hevpeymaniyên wan hatine tomarkirin, lîsteyên namzedan hatine pêşkêşkirin, plana hilbijartinan ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve hatiye ragihandin. Dema propagandayên hilbijartinan jî hatiye diyarkirin. Ji ber vê yekê, aliyên ku behsa paşxistinê dikin, diyar e ji encaman ditirsin.”

 

Hewramî diyar kir: “Em dikarin beriya hilbijartinan bi hev re rêkeftinek bikin li ser wê yekê ku kampanyayeke aram a bangeşeya hilbijartinan birêve bibin. Piştî hilbijartinan jî aliyên ku ji hev re nêzîk in, em dikarin bi hev re bi awayekî berpirsyarî bi encamên hilbijartinan û rêkxistina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê serederî bikin û bi hevre dirêjî bidin pêvajoyê.”