Akif: Tirkiye li ber çareseriya Sûriyê dibe asteng

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Navenda Têkiliyên TEV-DEMê ragihand, ku Artêşa Niştimanî ya ku bi piştevaniya Tirkiyê li nav Sûriyê tê avakirin metirsiyeke mezin e li ser Sûriyê bi giştî.

 

Berdevkê Navenda Têkiliyên Diplomatîk a TEV-DEMê Kemal Akif ragihand, ku ev çekdarên ku niha cihê xwe di nav Artêşa Niştimanî de digirin, ku li navçeyên Mertala Firatê bi piştevaniya Tirkiyê tê avakirin, heman ew çekdarên Nusre û DAIŞê ne û got: “Ti berjewndiya gelê Sûriyê di vê Artêşê de tune ye.”

 

Kemal Akif ev yek jî anî ziman ku Tirkiye dixwaze terorîstan li Sûriyê rizgar bike, lewra ew hewl dide beşdariyê di operasyona Idlibê de bike û got Tirkiye li hember çareseriya siyasî li Sûriyê her dem bûye asteng.