Akif: Tirkiye li ber çareseriya Sûriyê dibe asteng

16-08-2018
RÛDAW
Berdevkê Navenda Têkiliyên TEV-DEMê: Tirkiye li ber çareseriya Sûriyê dibe asteng
Berdevkê Navenda Têkiliyên TEV-DEMê: Tirkiye li ber çareseriya Sûriyê dibe asteng
Nîşan TEV-DEM Tirkiye Asteng Sûriye Çareserî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Navenda Têkiliyên TEV-DEMê ragihand, ku Artêşa Niştimanî ya ku bi piştevaniya Tirkiyê li nav Sûriyê tê avakirin metirsiyeke mezin e li ser Sûriyê bi giştî.

 

Berdevkê Navenda Têkiliyên Diplomatîk a TEV-DEMê Kemal Akif ragihand, ku ev çekdarên ku niha cihê xwe di nav Artêşa Niştimanî de digirin, ku li navçeyên Mertala Firatê bi piştevaniya Tirkiyê tê avakirin, heman ew çekdarên Nusre û DAIŞê ne û got: “Ti berjewndiya gelê Sûriyê di vê Artêşê de tune ye.”

 

Kemal Akif ev yek jî anî ziman ku Tirkiye dixwaze terorîstan li Sûriyê rizgar bike, lewra ew hewl dide beşdariyê di operasyona Idlibê de bike û got Tirkiye li hember çareseriya siyasî li Sûriyê her dem bûye asteng.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst