Li Silêmaniyê 700 parçe zevî bi ser mamosteyên zanîngehê tên dabeşkirin

16-08-2017
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Silêmaniyê zevî momoste dabeşkirin
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Li Silêmaniyê bi awayê navkişandinê, 700 parçe zevî bi ser beşek mamosteyên Zanîngeha Silêmaniyê dê werin dabeşkirin.

 

Endamê Lijneya Projeya "Mamosteyên Nesûdmend ên Zanîngeha Silêmaniyê" Dr. Îdrîs Kerîm ji Rûdawê re ragihand: “Piştî hewldana heşt salan, me karî 700 parçe zevî ji bo mamosteyên nesûdmend ên Zanîngeha Silêmaniyê bi dest bixin.”

 

Îdrîs Kerîm diyar kir, ku ji sala 2008an ve ti parçe zevî ji mamosteyên Zanîngeha Silêmaniyê re nehatiye dayîn.

 

Herwiha Kerîm amaje bi wê yekê kir, ku her zevî 200 metreyî ye û li nêzîkî kampa nû ya Zanîngeha Silêmaniyê ne û got: “Biryar e roja pêncşema 17ê Tebaxa 2017an, ew zevî bi ser 700 mamosteyên zanîngehê werin dabeşkirin.”

 

Di sala 2010an de Hikûmeta Herêma Kurdistanê 140 yekeyên niştecihbûnê bi ser mamosteyên Zanîngeha Silêmaniyê dabeş kiribû û ew jî li nêzîkî kampa nû ya Zanîngeha Silêmaniyê bû. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst