Kurdên elewî vedigerin gund û warê xwe

16-08-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Kurdên Elewî
Kurdên Elewî
Nîşan Kurdên Elewî Kelkît Erzingan Ewropa
A+ A-

Kelkît (Rûdaw) –  Ji ber kodetaya 12ê Îlonê ya sala 1980yan, gelek kurdên elewî ji herêma Dêrsim û derdorê wê koç kiribûn û bi penaberî çûbûne dewletên Ewropayê, gelek ji wan hêdî hêdî li navçe û gundên xwe vedigerin. Yek ji wan  gundan jî  gundê Akdax a Kelkîtê ye. Bi tevî wundakirina ziman û çanda xwe, kurdên elewiyên vê derê di werza havînê de hatine gund û li pey şopa bav û kalên xwe ketine.

 

Gundê Akdax a Kelkîtê piştî 30 salan, niha bi vegera  gundiyên xwe yên ku berî 40 salan vê derê terk kiribûn, şên bûye.

 

Gundiyên ku piştî kodetaya 12 îlonê bi neçarî ji ber guvaşa derdorê koçê Almanyayê kiribûn, kurdê elewî ne. Ew dibêjin, ku “em bi du caran dibin zextê da ne, ji bo ku em hem kurd in û hem jî elewî ne. Guvaş û zext berê eşkere bû, lê îro jî em nikarin bêjin ji ser me bi temamî rabûye.”

 

Duhavî Akça diyar dike: “Ev welat hemû welatê kurdên elewî ne; lê em wek civata elewiyan her gav di bin zext û zoriyê de bûn, em ji bo dewletê û cîranên derdorê re her daîm miletek xerîb bûn. Niha rewş hindek baştir bûye; lê dîsa jî bi dilê xwe azadîyeke mayînde para me neketiye.”

 

Ciwan û xortên di bin temenê 40 an de gundê xwe cara ewil e dibînin. Ji ber ku ew tenê li ser salixên kal û pîrên xwe gundê xwe di bîr û hizra xwe de çêkirine. Lê kal û pîrên gundê Akdaxê hîn jî secera binemaliya xwe ji bîr nekirine.

 

Rûsipiya gund Têlî Eren jî dide xuyakirin: “Ez ji Ocaxa Derwêş Cemalan im. Li dervayî welat dijîm. Îro ez hatim gundê xwe min wê dît, êdî mirin ji min re ne xem e.”

 

Sûna Akar jî 12 saliya xwe ji gund derketiye û çûye li Almanyayê bi cîh bûye. Îro ew vegeriyaye gund, tenê ji bo 3 mehan be jî îro ew li şopên zarokatiya xwe digere. Lê êşa di dile wê de ew e, ku zarokên wê ne wek wê li ser çanda wê ya xumalî  kemilî ne.

 

Suna Akar dibêje: “Ez 12 salî ji gundê xwe derketim û çûme Almanyayê. Piştî 40 salan hatim min cihê dayik û bavên xwe dît pir hestiyar im. Lê mixabin zarokên min bi zimanê dayîk û bavên min nizanin, xwezî me bikariya zarokên xwe jî li ser kokê xwe mezin bikira. Divê ew vî çandê wunda nekin.”

 

Hinek ji Almanyayê hinek jî ji Avusturyayê hatine. Gelek ji wana xanîyan li gund an lêkirine, an jî ji nû ve çêkirine û ew bi biryar in ku her sal di werza havînê de werin û maweyek kurt jî be li gundê xwe derbas bikin.

 

Xidir Tektaş di vê deerbarê de diyar dike: “Îro ji bo ku gundê xwe nas bikim ji Avûstûryayê hatime vê derê. Ciheke pir aram e û enerjiya binemaliya min li vi derê heye, hem kêfxweş û hem jî xemgînim.”

 

Gundê Akdaxê 25 kîlometreyan ji bajarê Ezirganê dûr e, ser bi navçeya Kelkîta Gumuşxaneyê ye.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst