Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Krîstiyanan di Encûmena Bilind a Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de Romyo Hekarî ji paşeroja jiyana krîstiyanan li gel Bexdayê bi hêvî nîne. Bi nêrîna wî, divê destkeftiyên siyasî yên krîstiyanan, kild û aşûriyên Başûrê Kurdistanê girêdayê destkeftiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ye.
200 hezar koçberên krîstiyan
Krîstiyan li Iraq û Kurdistanê belav bûne. Piraniya wan li Deşta Nînowa nîştecîh in. Şerê DAIŞê di destpêkê de li Mûsilê û paşî li Deşta Nînawa bû. DAIŞê derbeyên giran li krîstiyanan da.
Sekreterê Giştî yê Partiya Betnahreyn Romyo Hekarî dibêje: “Hê jî bi dehan keç û kurên krîstiyan di destê DAIŞê de dîl mane. Em nizanin ka ew birine Reqayê an li Iraqê mane. Di dema êrîşa DAIŞê de 200 hezar krîstiyan koçber bûn. Ji sedî 85ê wan li kampên Hewlêr û Duhokê de dimînin.”
Daxwaziyên krîstiyanan
Piştî Raperîna sala 1991ê, Başûrê Kurdistanê heta niha jî weke rojên îro nebûye xwedan rojeveke germ a siyasî. Ji aliyekê ve amadekariyên giştpirsiya serxwebûnê ya 25ê Îlonê tên kirin, ji aliyekê ve pirsgirêkên siyasî yên navxwe bûne sedema ji karketina parlamentoyê û ji aliyekê ve jî şerê DAIŞê û krîza darayî heye.
Piraniya krîstiyanên li Deşta Nînowa dijîn, ku îro ji vê herêmê re tê gotin navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, di wê nêrînê de ne, ku çarenivîsa wan li gel Başûrê Kurdistanê ye.
Rmyo Hekarî dibêje, divê krîstiyan bi hevgirtî û bi pêşniyar û daxwazên xwe yên hevbeş beşdarî giştpirsiyê bibin. Wan jî wiha bilêv dike: “Divê mafên me zelal û diyar bin. Herweke ku di reşnivîsa Destûra Herêma Kurdistanê de ji bo krîstiyanan û Deşta Nînowayê otomnomî hatiye pesendkirin. Barzanî û aliyên siyasî jî piştgiriyê didin van daxwaziyên me.”
Hekarî herwiha dibêje: “Eger Herêma Kurdistanê bibe dewlet dê hingî daxwazên me jî zêdetir bin. Emê bixwazin Deşta Nînowa bibe herêmek.”
Deşta Nînowa ji navçeyên Elqûş, başîk, Tilsiqof, Batnaye, Tilkêf, Qereqûş û çend gundekî din pêk tê. Piraniya nîştecihên vê herêmê krîstiyan, kurdên êzidî û şebek in.
Piştî ji destê DAIŞê hate rizgarkirin, niha ji sedî 60 vê herêmê di destê Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de, ji sedî 40 jî di destê Hêzên Pêşmerge û yên krîstiyanan de ye.
Romyo Hekarî diyar dike: “Raste Deşta Nînowa ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin lê hê jî di rewşa şer de ye. Divê di paşerojeke nêzîk de Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî Deşta N3inowa bi cîh bihêlin û zarokên vê deştê bixwe xwe birêve bibin û biparêzin.”
Di pêngave yekemîn de krîstiyanan yadaştnameyek dane Serokatiya Herêma Kurdistanê û seroktiyên Iraqê da ku Deşta Nînowayê bibe parêzgehek û navenda wê jî Qereqûş an jî Bertile be. Romyo Hekarî dibêje: “Barzanî piştgiriyê dide me. Lê heta niha jî Bexdayê ev pêşniyar pesend nekiriye.”
Beriya hatina DAIŞê hêzên çekdar ên krîstiyanan nebû. Lê paşî çend hêzekî çekdarî hatine avakirin.
Bi nêrîna Romyo Hekarî, di paşerojê de dê ev hêz parêzgeha wan a “nû” biparêze û dide xuyakirin: “Di konferansa Brûkselê de li pêş çavê civaka navdewletî û Amerîkayê me daxwaza vî mafî kir. Nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê jî bi gotarekî piştgirî da vê daxwaza me.”
Yekîneyên Bablion û krîstiyanên Başûrê Kurdistanê
Niha hêzekî çekdarî yê krîstiyanan bi navê Yekîneyên Biblionê di nava Heşda Şeibî de ne û li Deşta Nînowa bicîh bûne.
Beriya demekê berpirsê Yekîneyên Bablionê Reyan Kildan hişyarî da hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku li Deşta Nînowa giştpirsiyê nekin. Kildan îdîa kir, ku ew partî û hêzên krîstiyanan ên beşdarî giştpirsiyê dibin jî hatine tirsandin.
Romyo Hekarî jî dibêje, ku Reyan Kildan nûnertiya krîstiyanan nake: “Ev hewldaneke Heşda Şeibî ye ji bo têkdana rewşa Deşta Nînowayê. Dixwazin bi rêya Bablionê projeya me ya ji bo Deşta Nînowayê xerabikin. Bablion nûnertiya Deşta Nînowa nake. Rast e çend ciwanekî krîstiyan tê de ne lê beşek wan jî ne krîstiyan in û endamên Heşda Şeibî ne.”
Tenê partiyekî krîstiyanan li dijî giştpirsiyê ye
Sekreterê Partiya Betnahreyn dide zanîn, ku tenê 2 partiyên krîstiyanan tevlî projeya giştpirsiyê nebûne û diyar dike: “Yek ji wan partiyan li gel Barzanî civiyan û birêkeftin. Bi nêrîna min dê partiya din jî dawiya dawîn were nava vê pêvajoyê.”
Hekarî daxwaz dike, ku di dema giştpirsiyê de taybetmendiyekî bidine Deşta Nînowayê, xelkê neşar nekin ku deng bidin. Bi nêrîna wî ji xwe ji sedî 90ê xelkê vê herêmê di kampên Duhok û Hewlêrê de ne û dê ew jî beşdarî pêvajoya giştpirsiyê bibin.
Derbarê giştpirsiya li Deşta Nînowayê de Romyo Hekarî dibêje: “Encûmena Bilind rêkeftiye, ku encûmenên parêzgehên Kerkûk û Nînowayê, herwiha yên qeza û nahyeyan bi xwe biryar bidin ka dê beşdarî giştpirsiyê bibin yan ne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse