Baroya Amedê: Ji bo bendaveke 50 salî, Heskîfa 12000 salî ji holê radikin

Amed (Rûdaw) - Bendava Îlîsûyê li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin. Wekî çaremîn bendava herî mezin a Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dê ji sedî 5ê elektirîka Bakur û Tirkiyê ji vê bendavê bê dabînkirin. Lê belê zerer û ziyanê wê ji kar û sûda wê zêdetir e. Ji Kercewsê heta Bismilê dê 70 hezar kes ji cih û warên wan bên derxistin. Heskîfa ku şûnwareke girîng a dîroka Kurdistan û cihanê ye dê di bin avê de bimîne.

 

Li gor pispor û Kurdistaniyan dahata geştiyarên Heskîfê dikaribû ji dahata bendavê pir pir zêdetir be. Şikevt û şûnwarên dîrokî yên Heskîf a Êlihê (Batmanê) di çarçoveya xebatên çêkirina Bendava Îlîsûyê de bi teqemenî û dînamîtan tên hilweşandin.

 

Baroya Amed û Êlihê bi şandeke hevbeş seredana Heskîfê kirin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen dibêje ku îdîayên teqandina şûnwarên dîrokî rast in.

 

Toz û tepara dînamît û teqemeniyan bi ser bajarê qedîmê Heskîfê ketiye. Heskîf bajarê dîrokî yê Mîrnişîna Eyûbiyan, bajarê ku 12,000 sal e mirov lê dijîn, di çarçoveya xebatên çêkirina Bendava Îlîsûyê de bi teqemeniyan tê hilweşandin.

 

Şandeya Baroya Amed û Baroya Êlihê ji bo îdîaya ku teqandina şûnwarên dîrokî seredana Heskîfê kir.

 

Serokê Baroya Amedê, Ahmet Ozmen derbarê têkbirina şûnwarên dîrokî yên Heskîfê de ji Rûdawê re dibêje: "Van berhemên dîrokî yên xwediyê buhayeke bêhempa çi dikin? Dibin jor diparêzin? Na. Bi teqemeniyan diteqînin. Ev berhemana wekî hûn dibînin, parçe parçe kirine. Bi vî awayî dîrokekî winda bûye. Em li dijî Bendava Îlîsûyê ne. Ji bo bendaveke temenê wê 50 salî, dîrokek 12 hezar salî winda dikin. Ev ne heqê ti kesî ye ku vê yekê bike."

Li gor piraniya pisporan dahata geştiyariya şûnwarên dîrokî yên Heskîfê dikaribû ji dahata bendavê zêdetir be. Mam Hîkmet Ayhan ê ku bi dehan sal e li bazara kevnar a Heskîfê dikandariyê dike, ji ber nebûna geştiyaran bêzar e.

 

Hîkmet Ayhan ku bo debara jiyana malbata xwe mijûlî dikandariyê ye, ji Rûdawê re got: "Berê geştyar pir dihatin. Rezervasyon hingê hebûn, îsal hîç nîne. Me îsal geştyar ne dîtine. Lib lib, heb heb. Îsal heta niha min tenê pênc geştiyarên biyanî dîtiye."

 

Geştyarên ku tên vir hema bigire hemû hevniştimanên Kurdistanê ne. Daku beriya ku bikeve binê avê Heskîfê carek din bibînin.

 

Welatiyê bi navê Mihemed Şîrîn ku bi mebesta geştyariyê ji Holandayê ve hatiye Bakurê Kurdistanê û serdana deverê kiriye, dibêje: "Ez bi xwe li Ewropa li Holandê dimînim. Îro em hatin vê Heskîfê. Ji ber ku em dizanin dê di bin avê de bimîne. Lewra dilê me dişewite."

 

Herwiha geştyarek bi navê Mehmûd Mîrzebegî jî derbarê serdana xwe û malbata xwe y abo Heskîfê de ji Rûdawê re axivî û got: "Vê derê dikeve bin avê, me got ku hem bila bêhna zarokan bê derê, hem jî ev dîroka bi hezaran salan ji bo zarokan bibe yad û bîranîn."

 

Salih Hezexî         yek ji geştyarên din e, ku serdana Heskîfê kiriye. Ew jî xweziyê bi vê dixwaze, ku Heskîf bihatiba parastin, ji ber ku şûnwarekî giring û dîrokî yê kurdan e.

 

Salih Hezexî got: "Ev der berhem û esereke me Kurdan a kevn e. Xwezî ev Heskîfa me li ser lingê xwe maba. Nekiribana bikin di bin avê de."


Avakirina Heskîfa nû jî berdewam dike. Bendava Îlîsûyê ne tenê Heskîfa kevnar ji qezaya Kercewsê Êlihê heta Bîsmîla Amedê bi dehan gundan di bin avê de dihêle û li keviyên Çemê Dîjleyê 70 hezar kes ji cihê xwe koç dikin.