“Bajarê Varto ketiye bin kontrola PKKê”

16-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 


Hewlêr (Rûdaw) – Tê gotin ku navçeya Varto ya Mûşê ketiye bin kontrola hêzên PKKê. Waliyê Mûşê jî li bajêr rewşa awarte ragihandiye. 


Ajansa DÎHAyê, ku ajanseke nêzîkî PKKê ye, ragihandiye, hêzên PKKê şeva borî derbasî nav bajarê Varto bûne û îro danê sibê jî bajar xistine bin kontrola xwe. 


DÎHAyê hinek wêne belav kirine ku nîşan didin gerîlayên PKKê li nav bajarê Varto belav bûne û li nav bajêr jî xendeq hatine kolan. 


Li gorî agahiyan, ji duh ve li bajarê Varto şer û pevçûn di navbera hêzên Tirk û gerîlayên PKKê de didome. 


Walîtiya Mûşê jî îro danê sibê li Varto rewşa awarte ragihand û derketina derve ji bo welatiyan qedexe kir. 


Tê gotin ku artêşa Tirkiyê dora bajêr girtiye û hêzek mezin jî li derdora bajêr kom kiriye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst