Rojava – Li Girkê Legê teqînek bihêz çêbû

 

Qamişlo (Rûdaw) – Hat zanîn ku teqîneke bihêz li nêzîkî rêbendeke YPGê li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê çêbûye.

 

Şeva borî li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek bihêz çêbû.

 

Li ser wê bûyerê, çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Girkê Legê ji Rûdawê re ragihand, ku ew teqîn li nêzîkî rêbendeke YPG li bakurê bajarê Girkê Legê û Rimêlanê çêbûye lê heya niha ti zaniyarî li ser qurbaniyan tine ne.

 

Heman çavkaniyê diyar kir ku niha hêzên asayişê li bajarên Rimêlan û Girkê Legê ketine amadebaşiyê û hêzên parastina cewherî hemû riyên nava herdû bajaran girtine.

 

Hinek çavkaniyên herêmê jî ji Rûdawê re dan zanîn ku îhtimal heye ew teqîn bi motorsîklêtê çêbibe.