Wezîrê Navxwe: Parlamenterên Gorranê bûyer zêde mezin kirin

16-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî diyar kir ku bûyera astengkirina parlamenterên Tevgera Gorranê tenê pişkinînek normal bûye lê zêde hatiye mezinkirin.

Şeva borî komek parlamenterên Tevgera Gorranê dema dixwestin derbasî bajarê Hewlêrê bibin, li devera Dêgele li nêzîkî bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê, ji aliyê hêzên asayişê ve hatin vegerandin. Parlamenterên Gorranê, PDKê bi wê yekê tohmetbar dikin.

Li ser vê yekê Wezîrê Navxwe Kerîm Sincarî ji Rûdawê re axivî û got, min bi Wezîrê Pêşmerge Mistefayê Seyîd Qadir û alîkarê Wezîrê Navxwe re li ser wê bûyerê axivî. Derket holê ku ew bûyer tenê pişkinînek normal bûye lê zêde hatiye mezinkirin.

Kerîm Sincarî diyar kir ku gotinên hinek parlamenterên Gorranê tenê buxtan in û hêzên asayişê pê tohmetbar dikin.

Wezîrê Navxwe anî ziman ku piştî ku parlamenterên Gorranê pêwendî bi wî kirine wî jî çend caran li wan geriyaye lê parlamenteran bersiva wî nedane. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst