Roja birêveçûna Kernavala Serxwebûna Kurdistanê diyar bû

 

Hewlêr (Rûdaw)- Komîteya amadekar a Kernavala Serxwebûna Kurdistanê, ragihand ku dê roja 23ê tebaxê Kernavala Serxwebûn Kurdistanê birêve bibin.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê komîteya amadekar a Kernavala Serxwebûna Kurdistanê hatiye belav kirin hatiye ku, bo gihandina gelê Kurd bi serxwebûnê û avakirina dewletk Kurdî, dê roja 23.08.2014 Kernavala Serxwebûna Kurdistanê li bajar û bajarokên Kurdostan û li çend welatên ewropî birêve biçe.

Herwiha komîteyê daxwaz ji, hevbîrên serxwebûna Kurdistanê, kir ku alîkariya wan bikin bo arastekirina vê peyamê bo Neteweyên Yekbûyî û “Bidestxistina serxwebûna Kurdistanê.

Komîteya amadekar daxwaz ji xelkê kir ku, bi cil û bergên Kurdî beşdarî Kernavala Serxwebûna Kurdistanê bibin.

Derbarê dema birêveçûna Kernavala Serxwebûna Kurdistanê, li Başûrê Kurdistan komîteya amadekar ragihand ku demjimêr 17:00 bi dema Hewlêrê ji roja 23ê tebaxê dê karneval bi meşekê li pêş baregeha Netewyên Yekbûyî li Hewlêrê dest pê bike.