Pizîşkên Sînornenas 200 kon şandin Kampa Newrozê

Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Pizîşkên Sînornenas 200 kon şande Kampa Newroz ya li Rojavayê Kurdistanê ku koçberên Şingalê tê de dimînin.

 

Li gor zaniyarên ku belavbûne, 200 konên ku ji aliyê Pizîşkên Sînornenas ve hatibûn peydakirin, roja înê di rêya Başûrê Kurdistanê re, gihiştine Kampa Newrozê, ku li bakurê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê dikeve.

 

Berî niha, endamê desteya rêveber ya TEV-DEMê, Aldar Xelîl aşkere kiribû ku Neteweyên Yekbûyî soz daye wan ku konan di rêya helîkopteran re bişînin.

 

Tê gotin ku zêdetirî 12 hezar koçberên Şingalê li kampa Newrozê bi cîh bûne.

 

Rêveberiya Kantona Cizîrê dibêje ew kamp ji aliyê wan ve hatiye vekirin û tê birêvebirin, lê wezîrê ragihandina Sûriyê ji Rûdawê tekîd kir ku Kampa Newrozê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve ji bo koçberên Şingalê hatiye vekirin.