Rêjeya ziyaretkirina Qesra Îshaq Paşa %50 kêm bûye

 

Agirî (Rûdaw/AA) - Qesra Îshaq Paşa ya ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ye, zivistanê di bin berfê de, biharan jî di nav kulîlkên rengîn de balê dikşîne.

Li gor agahiyên ku ji Rêveberiya Çand û Tûrîzmê ya bajarê Agiriyê hatin bidesxistin, sala 2013an di navbera mehên Çile û Tîrmehê de 132 hezar û 656 kesî Qesra Îshaq Paşa ziyaret kirin.

Lê îsal di heman heyamê de 67 hezar û 287 kes bûn mêvanê qesrê ev jî nîşan dide ku rêjeya ziyaretkirina qesrê %50 kêm bûye.

Rayedaran got ku sedema kêmbûna tûrîstan ji ber xebatên restorasiyona Qesra Îshaq Paşa ye.

Her wiha rayedaran diyar kir ku hilbijartinên heremî û serokomariyê yên ku 2014an jî bandor li vê yekê kir.

Qesra Îshaq Paşa, yek ji koşkên navdar ên Bakurê Kurdistanê ye û li navçeya Bazîdê ye.

Koşk ji aliyê Îshaq Paşa ve, di sala (1199 Hîcrî.)-(1784 Mîladî.) hatiye avakirin.  Li gorî dîroka fermî ya Tirkan di nava 99 salan de avakirina wê hatiye bidawîkirin. Mîmariya koşkê elementên Kurdî, Romî û Farsî (bo mînak Selçûqî) dihewîne. Sûrên wê bi nexşên giranbiha hatine nexşandin. Di avakirinê de koşk du qatî bûye lê qata jorîn êdî nemaye.

Koşk gellek caran ji aliyê dewlet û mîrîtiyên Kurdan ve hatiye restorekirin. Di wêjeya Kurdî de gellek caran bûye kaneke navdar.

Ehmedê Xanî jî li heman koşkê jiyaye û perwerde daye. Lê hine jî dibêjin, di dema Ehmedî Xanî de hîna xîmê wê hatiye danîn û Xanî jî di wê dêlindêzê de dua kiriye.

Di dagirkirina Rûsan a salên 18281829'î de, deriyê koşkê ku xwerû zêrîn bû, hatiye birin û niha li mûzeya Moskoyê tê parastin. Li koşkê hemam, mizgeft, goristan, kulîn, hewliya xwarinê, salona pêşwaziyan, harem û sîstema germkirina hilmê (wekî kalorîferên îro) heye.