Partiya (el-Wehde): Me daxwaza ruxsetê li Kantona Efrînê nekiriye

 

Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-wehde) red kir ku daxwaza ruxsetkirina karê xwe ji bo Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê pêşkêş kiribe.

 

Endamê serkirdayetiya Partiya (el-Wehde) li Efrînê Reşîd Şaban ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şanda partiya wan a ku serdana Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê kiribû ti daxwaza ruxsetkirinê pêşkêş nekiriye.

 

Reşîd Şaban, ku endamê wê şandê bû, ji Rûdawê re diyar kir ku rayedarên Rêveberiya Xweser ew agahdar kiribûn ku divê ruxseta partiya xwe pêşkêşî Rêveberiya Xweser bikin.

 

Şaban da zanîn ku şanda wan ji rayedarên Rêveberiya Kantona Efrînê re gotine ew weke serkirdayetiya partiyê li Efrînê ne xwediyê desthilata pêşkêşkirina ruxseta partiyê ne ji ber ku pêwîstiya vê yekê bi biryara serkirdayetiya navendî ya Partiyê heye.

 

Derbarê navend û ofîsên partiya wan li Herêma Efrînê, Şaban diyar kir ku berê hinek ji van navend û ofîsan ruxsetkirî ne û hinek jî beriya damezrandina Rêveberiya Xweser hatine vekirin.

 

Derbarê navendên partiya wan ên neruxsetkirî, Şaban diyar kir ku ti birsgirêk tune ye û ewê ruxsetê ji bo van navendan werbigrin.

 

Malpereke ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ragihandibû ku şandeke Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) ji komîteya karûbarên partiyan daxwaz kiriye ku destura qanûnî ji bo partiya wan were dirêj kirin.