Trump piştî hewldana suîqestê cara ewil derket pêşberî xelkê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Amerîkayê û namzedê serokomariyê yê Komarparêzan Donald Trump piştî hewladana suîqestê cara ewil derket pêşberî xelkê.

Trump li Milwaukeeyê beşdarî Kongreya Neteweyî ya Partiya Komarparêz bû.

Beşdarên kongreyê bi çepikan Trump pêşwaziya kir û wî jî bi rûkenî silav da wan.

Trump bi awayî guhê wî pêçayî beşdarî kongreyê bû.

Alîkarê wî yê serokatiyê yê namzed J.D. Vance jî bi wî re beşdarî kongreyê bû.

Trump roja Şemiyê di mîtînga Pensîlvanyayê de rastî suîqestê hatibû.

Di êrîşê de kesek hatibû kuştin û 2 kes jî birîndar bûbûn.

Piştî lêkolînan, FBIyê ragihandibû ku kesê hewla suîqestê kiriye li cihê bûyerê hatiye kuştin û navê wî Thomas Matthew Crooks e û ew 20 salî ye.