Nêçîrvan Barzanî: Lêkolînên li ser bûyera Kelarê berdewam dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku lêkolînên hêzên ewlehiyê yên li ser bûyera teqandina otomobîla Ekrem Salih berdewam dikin.

 Doh li bajarê Kelarê otomobîla Berpirsê Şaxa Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ekrem Salih li ber mala wî teqiya bû.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonî bi Ekrem Salih re axiviye û rewşa wî pirsiye.

Her wiha di daxuyaniyê de wiha gotin:

“Nêçîrvan Barzanî hêviya selametiyê ji Ekrem Salih û birîndarên din re xwast û ev hewla terorîstî û hemû hewlên terora siyasî şermezar kir. “

Nêçîrvan Barzanî, amaje bi wê yekê jî kir ku aliyên peywendîdar lêkolînê li ser  hewla teroristî dikin, da ku kiryarên wê bibînin û wan radestî dadgehê bikin.

Li aliyê din, Ekrem Salih jî ji ber halpirsînê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Doh serê sibehê otomobîla Ekrem Salih li ber deriyê mala wî ya li navçeya Kelarê teqiya bû.

Ti ziyana canî pêk nehatibû û lê belê ji ber teqînê otomobîla Ekrem Salih şewitî bû.