Kurdên Ozbekistanê: Em bi hesreta Kurdistanê ne

Almalik (Rûdaw) Li gundê Kuyunê yê Almalika Ozbekistanê 40 malên Kurdan hene. Çav û guhên wan li ser Kurdistanê ye. Bi hesret in rojekê bi yekcarî vegerin “wetenê” xwe.

Gund nêzîkî 70 kîlometreyan ji paytexta Ozbekistanê Taşkêntê dûr e. Di serdema Sovyetê de wekî bajarekî pîşesaziyê hatiye avakirin.

Bi giranî kargehên kanên maden û metalurjiyê lê hene û îro jî yek ji navendên  pîşesaziya giring a Ozbekistanê ye.

Şêniyên gundê Kuyûnê mijûlî ajeldarî û çandiniyê ne.

Sultan Mihemed niştecihê gundê Kuyûnê ye Sultan Mihemed eşkere dike ku karê wan ajeldarî ye û ew bi ajeldariyê debara xwe dikin.

Li gorî gotina Sultan Mihemed berê li gundê Kuyûnê 150 malên Kurdan hebûne. Aniha hejmara wan kêm bûye û piraniya Kurdên niştecihên gund li ser daxwaza xwe çûne Rûsya û Qazaxistanê.

Şêniyên Kuyûn berê bi giranî Rûs û Alman bûne. Piştî hilweşîna Sovyetê şêniyên berê bar kirine. Îro li gund bi giranî Ozbek û Kurd dijîn.

Zêdeyî 80 sala ye Kurd li Kuyunê hene û wan ne zimanê xwe ne jî nerît û adetên xwe ji bîr kiriye.

Dilber Mihemed jî şêniyeka gundê Kuyûnê ye.

Dilber Mihemedê li ser axaftina bi Kurdî ji Rûdawê re wiha got:

“Me zimanê xwe ji bîr nekiriye. Em bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivin. Heta ku em sax bin em dê bi Kurdî biaxivin.

Em ji bûk û keçên xwe jî re dibêjin, ‘bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyivin‘ zarokên me gêncên me jî bi Kurdî xeber didin.

Dema diçin dibistanê li dibistanê fêrî  Rûsî dibin. Mirov çenn zimanan bizanibe baş e. “

“ Em nahêl in Kurdî wenda bibe”

Ruqiye Mihemedê jî behsa fêrbûna xwe ya zimanê Kurdî kir û wiha got:

“Dê û bavên me bi me re bi Kurdî axivîn û me zimanê Kurdî ji wan girt. Em zarokên xwe jî fêrî zimanê Kurdî dikin.

 Em ji bûk û keç û kurên xwe re dibêjin, hûn ziman fêr bûn fêrî zarokên xwe jî bikin bila zarokên we jî zimanê Kurdî fêrî zarokên xwe bikin.

Wisa dê zimanê me wenda nebe,

“Welatê me Kurdistan e em li vir mêvan in”

Şêniya bi navê Sînem Xidirê jî behsa çand û adetên Kurdan a li Kuyûnê kir.

Li gorî gotina Sînem Xidirê hîn jî Kurdên Kuyunê dawetên xwe  bi def û zurneyê dikin.

Kurd di şahî û şînan de li hevdû kom dibin.

“Wetenê me Kurdistan e”

Hesenê Koço jî ji Qirizisttanê bar kiriye û hatiye li Kuyûnê bi cih bûye.

Li gorî gotna Hesenê Koço niha 40 malên Kurdan li Kuyûnê hene û hemû jî cîranên hevdû ne.
Hesenê Koço malnişîn bû ye çavên tijî hêsir wisa diaxive:

“Qirxizistan, Ozbekistan, Qazaxistan ne welatê me  ye em li van deran mêvan in. Welatê me, wetenê me Kurdistan e.

Eger rojekê bêjin Kurdistan bû dewlet em ê bên wetenê xwe em ê bên dewleta xwe. Em bi hesreta Kurdistanê ne. “