Li Mêrsîn û Amedê bi hinceta PKKyê 5 kes hatin desteserkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Mêrsîn PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mêrsîn û Amedê bi hinceta “endamtiya PKKyê” 5 kes hatin desteserkirin.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê bi hevahengiya Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, li Mêrsîn û Amedê bi “hinceta PKKyê” operasyoneke hevdem kir.

Di operasyona li Mêrsîn û Amedê de hêzên ewlehiyê bi ser gelek navnîşanan de girt û bi hinceta “endamtiya PKKyê” 5 kes desteser kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst