Mesrûr Barzanî: Berpirsên teqîna Kelarê divê bên darizandin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser teqîna otoomobîla Berpirsê Şaxa Germiyanê ya PDKyê peyamek belav kir

Doh li bajarê Kelarê otomobîla Berpirsê Şaxa Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ekrem Salih li ber mala wî teqiya bû.

Mesrûr Barzanî li ser bûyerê daxuyaniyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de got:

“Ez hewla kuştina birêz Berpirsê Şaxa 22yê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Germiyanê şermezar dikim.

Divê dezgehên pêwendîdar hewl bidin ku berpirsên vî karê terorîstî eşkere bikin.

Her kes û aliyê li pişt vê hewla tirsonek be, berpirsiyariya encamên wê hildigire ser milê xwe û dê rûbirûyî yasayê bibe.”

Doh serê sibehê otomobîla Ekrem Salih li ber deriyê mala wî ya li navçeya Kelarê teqiya bû.

Ti ziyana canî pêk nehatibû û lê belê ji ber teqînê otomobîla Ekrem Salih şewitî bû.